NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêkutîya Bişar Esad li ser sekinîna li hemberî planên perçekirina navçê

Serokomarê Sûrîyê di hevdîtina ligel desteyeke kesayetîyên ereb li Şamê da, li ser pêwîstîya sekinîna li hemberî planên perçekirina navçê sekinî.

Li gorî Nûçen SAHAR TV ji zarê rapora ajansa nûçan a Sûrîyê (SANA), Bişar Esed serokomarê Sûrîyê di vê hevdîtinê da herwiha got, heke fidakarîyên artêşê nebûna, Sûrîyê ti wexta nedikarî di van salan da li ber xwe bide, ser pîyan raweste.

Li gorî vê raporê, endamên vê desteya ereb di vê hevdîtinê da, li ser pêwîstîya berxwedana li rex Sûrîyê jibo sekinîna li hemberî êriş û propaganda dijî vî welatî sekinîn û piştgirîya ji Sûrîyê wekî “ piştgirîya ji armanca Filistînê“ zanîn.

Endamên vê desteyê herwiha serketina Sûrîyê li hemberî têrorîsmê û hemî plan û komployan bêşik û vebirr zanîn û ev serketina destpêka alûgurên istiratêjîk ên erênî li cîhana ereban ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu