ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêkutîya Îranê li ser têkoşîna li hemberî şîdetê

Serokê navenda lêkolînên sitratêjîk a civata kifşkirina berjewendîyên Nizama Îranê li ser pêwîstîya hevkarîya zêdetir a welatên asîyayî jibo bidestxistina armancê pêşketin û têkoşîna li hemberî şîdetê sekinî.

Elîekber Wilayetî, serokê navenda lêkolînên sitratêjîk a civata kifşkirina berjewendîyên Nizama Îranê îro li merasima despêbûna konfiransa Koçberên Asîyayî li Sengapûrê got: Hejarî, paşdamayîn, nebûna ewlehîyê, yekalîtî û şîdet ji wan pirsgirêkên civaka mirovantîyê ne.

Wilayetî, bifermînaskirina serwerîya qanûnî ya welatan û rêzgirtina li dengên gel li bijartina dewletên qanûnî yên xwe, wek sîyasetên Îranê zanî û got: Îran bi hemî hêza xwe li hemberî her cure şîdet, fanatîsm û têrorîsmê li navçê tê dikoşe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu