ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêkutîya Wilayetî ser girîngîya birêxistina Konseya Bilind a Hişyarîya Islamî li Bexdayê

Elîekber Wilayetî duh berî birêketina fermî ya nehemîn civîna civata cehanî ya hişyarîya islamî li Bexdayê, li koma nûçegihanan got: Sîyaseta tam a Komara Islamî ya Îranê piştgirîya ji dewletên qanûnî û gelên mezlûm li deverê ji wan li Iraq û Sûrîyê ye û ev piştgirî bi şiklê rawêjkarî û sîyasî li gorî daxwaza dewletên van welatana pêk tên ku yê hêvîya serketina li hemberî têrorîstan û piştgirên wan li deverê bin.

Wilayetî pêkutî kir ku Îran bi awayekî rasterast li opêrasyona azadkirina Mûsilê beşdar nîne û got: Komara Islamî ya Îranê mideha 5 salên têkoşîna li hemberî komên tundrê û têrorîst û piştgirên wan, li rex gelên navçê sekinîye.

Wî hevgavîya opêrasyona azadkirina Mûsilê û amadebûna zanyar û ramanwerên cehana islamê û endamên civata cehanî ya hişyarîya islamî li gorî teylîfa Komara Islamî ya Îranê li Iraqê jibo birêxistina nehemîn civîna vê civatê nîşana piştgirîya sîyasî ji têkoşîneke hevgirtî li dijî bereyên tekfîrî û tundrê û piştgirên wan û hinek welatên paşvero yên navçê zanî.

Sêkrêtêrê giştî yê Civata Cehanî ya Hişyarîya Islamî got: Nehemîn dewra civîna konseya bilind a civata cehanî ya hişyarîya islamî yê roja şemîyê ango îro bi mazûvanîya dewleta dost û bira Iraqê û Seyîd Emar Hekîm serokê civata bilind a islamî ya Iraqê destpê bibe û em hêvî dikin ku di çaçrova pêkanîna tifaqê di navbera ometa islamê da û têkoşîna giştalî li hemberî sedemên komplo û bêtifaqîyê li navçê kêrhatî be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu