CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Ekber Wilayetî li karûbarên navneteweyî derbasî Moskowayê bû

Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navnetewî, îro çarşemiyê digel taximeka payebilind derbasî Moskowaya paytexta Rûsyê bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, roja çarşemiyê dema ku giheşte Moskowayê, bal kişande ser peywendiyên pirr girîng û stratêjîk ên di navbera Îran û Rûsyayê de û got: Di van salên buhurî de peywendiyên dualî, navçeyî û navnetewî yên di navbera Têhran û Moskowayê de ber bi zêde û berfirehbûnê bûne.

Şêwirmendê rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, herwiha got: Hevkariyên bereya berxwednê ya bi serokatiya Îran û Rûsyê ji bo sekinîna li hember terorîsmê û piştgirên wê yên li Sûriyê, mînakeka baş a hevkariyên di navbera Îran û Rûsyê ye ku tenê peywendiyên stratêjîk û demdirêj dikarin ku hevkariyên bi vî awayî pêk bînin.

Wilayetî herwiha got: Min peyamên rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî û serokê Komara Îslamiya Îranê, li rewşa hestyar a niha ya cîhanê ji Pûtîn re anîne.

Şêwirmendê rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, biryar e li vê seferê bi rayedarên payebilind ên wek Vlademîr Pûtîn, serokomarê vî welatî re hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.

Axivtina li Klûpa Valdayê û hevdîtina bi hin wezîrên Rûsyê re ji bernameyên din ên sefera sêrojî ya Wilayetî bo Moskowayê ne.

Başa dön tuşu