CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Pêla sêyem a şoreşê li Sûdanê destpê bû

Hevalbendîya Neyarên Civata Leşkerî ya Sûdanê nasyar bi Azadî û Guhertinê ragihand ku pêla sêyem a şoreşê û xwenîşandanên heftane li Sûdanê destpê bû.

Ligorî rapora Malpera Al Sudan Al Yawmê, Hevalbendîya Azadî û Guhertinê di daxûyanîyekê da ragihand: Ligorî wê yekê ku Civata Leşkerî desthilatê radestî dewleta sivîl nake û ciddîbûnek di warê sekinîna himberî sebebkarên kuştina pişkdarên greva 3`yê Hezîranê li Xartûmê de tineye, pêla sêyem a şoreê destpê dibe û ligorî xişteyê, xwenîşandana heftane careka din yê li seranserî welêt were lidarxistinê.

Di wê daxûyanîyê de pêgirî ser dewama xwenîşandanê heta pêkhatina dewleta sivîl hatîye kirinê û hat ragihandin: Yekitîya Esnaf, Personel û Karkeran Pêncşema hefteya bê dê xwenîşandaneke berfire li Xartûmê û şarên din bi merema şermezarkirina kuştina nerazîyan di 3`yê Hezîranê de şermezar bike.

Hêzên Civata Leşkerî ya Sûdanê di 3`yê Hezîranê de di encama êrişa ser pişkdarên greva li ber Nivîsgeha Fermandetîya Artêşa vî welatî de 118 kes kuştin.

Başa dön tuşu