AsyaCîhanEwropaNûçe

Nasnameya êrişkerê Saint Petersburgê eşkere bû

Hat ragihandin ku êrişa Saint Petersburgê ku di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 51 kes birîndar bûbûn xelkê Kirgîzistanê yê bi navê Ekbercan Celilov pêk aniye.

Ajansên nûçeyan li ser zarê hêzên ewlekariyê Kirgîzistanê ragihandin ku êrişkerê bajarê Saint Petersburgê yê Rûsyayê xelkê Kirgîzistanê ye. Hêzên ewlekariya Kirgîzistanê ragihandin ku navê êriş Ekbercan Celilov e, û di sala 1995ê ji dayîk bûye.

Medyaya rûsê duh wêneyekî kesekî gumanbar parve kiribû. Piştre hat ragihandin ku ew kes bixwe teslîmî polîsan bûye û gotiye ez bêgunehim.

Duh li rawestegeha metroya Saint Petersburgê teqînekê rû da. Di teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da, 51 kes birîndar bûn.

Heta niha ti kes û rêxsitinê ew êriş lixwe negirtiye, lê rayêdarên rûsî dibêjin dibe ku êriş ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibe encamdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu