EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Pênc polîsên efxan li êrîşa Talibanê li ser Pektiyayê hatine kuştin

Talibanê êrîşî ser avahiya fermandetî-ewlehiya Pektiyayê li başûrê rojhilata Efxanistanê kir.

Êrîşa Talibanê li ser avahiya fermandetî-ewlehiya Pektiyayê li başûrê rojhilata Efxanistanê bi kuştina pênc êrîşkeran bi dawî hat.

Berdevkê wezareta karên hundir a Efxanistanê ragihand ku li êrîşa sibeha îro ya Talibanê li ser fermandetî-ewlehî ya bajarê Gurdîzê, pênc polîs ahtine kuştin û nozdeh kes ji wan 9 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî hin raporan heft polîs hatin ekuştin.

Êrîşa Talibanê demekê qewimî ku erebeya bombekirî li nêzikî fermandetî-ewlehiya navenda parêzgeha Pektiyayê teqiya ku derdem çar êrîşker ketine nav femandetiyê û navbera wan û hêzên ewlehiyê yên efxan da pevçûn derket.

Şer û pevçûna di navbera êrîşkerên Talibanê û hêzên polîs da zêde ji çar demjimêran kişand û di dawî da bi kuştina êrîşkertan bi dawî bû.

Berdevkê Talibanê îdia kiriye ku li van şer û pevçûnan bi dehan polîsên Efxanistanê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu