IraqNûçeRojhilatanavin

Wajokirina belgeya vêzariya ji Îsraîlê li Iraqê

Komên berxwedana Îslamî ya Iraqê bona dijberiya li hember normalkirina peywendiyên hin welatên erebî bi Rejîma Siyonîstî re, belga vêzariya ji Îsraîlê wajo kirin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, piştî eşkerebûna peywedniyên din dewletên erebî bona normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re, fermandeyên komên berxwedana Îslamî ya Iraqê, li daxûyaniyeke hevpar bi navê  vêzariya ji Îsraîlê her cure  peywendiya bi Rejîma Siyonîstî re li gor  qanûna Iraqê weke sûç dane zanîn.

Fermandeyên komên berxwedana  Îslamî yên Iraqê di vê belgeyê de  bal kişandin ser vê yekê ku  Emerîka bi heceta normalkirina  peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re li dû sîxoriya li Iraqê ye û destnîşan kir: Her cure hevkarî û peywedniya bi Rejîma Siyonîstî re wek  xeyaneta li Iraqê ye.

Komên berwedana Îslamî yên Iraqê bal kişandin ser vê yekê ku  gel, dewlet û  basikên siyasî yên Iraqê dijberê her cure normalkirina peywedniyan bi Rejîma Siyonîstî re ne û destnîşan kirin: Kesên ku li dû normalkirina  peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re ne divê dûhatên  qanûnî, olî û gelanî yên wê jî qebûl bikin.

Ebû Mehdî El-Muhendis, cîgirê teşkîlata  Heşda Şebî, Hadî Amêrî, sekreterê Rêxistina  Bedrê û serokê firaksiyona mezina Fathê, şêx Qêys Xezelî, sekreterê giştî yê Esaibê Ehlê Heq, şêx Ekrem Kebî, sekreterê tevgera Nucebayê ev belgeya îmze kirine.

Verşo paytexta Polandê, 13 û 14 sibatê, mazûvanê Emerîka û hevpeymanên  vî welatî bû ku bi mijara aşitiya li Rojhilata  Navînê dewreke teze ji zext û zoran û  piştguhirina  mijara Filisînê destpê bikin.

Pêştir jî piraniya kesayetî û rayedarên iraqî hewldanên  Telavîvê bona normalkirina  peywendiyan şermezar kiribûn û teqez kiribûn ku  normalkirina peywendiyên dewlet û civaka Iraqê bi Rejîma Siyonîstî re, xewnek e ku dê tu carî cih neyê.

Başa dön tuşu