ÎranNûçeRojhilatanavin

Pergalkirina Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bi balafirên esman û avê

Rê û resma tevlîkirina fermî ya balafirên esman û avê li nav koma şiaynên hêzên deryayî yên sipahê pasdarên Inqialba Îslamî ya Îranê hat lidarxistin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, ev merasima  bi beşdariya  serdar fermandê giştî yê sipahê û komek ji fermande  û berpirsên leşkirî û  welêt li Bender Ebasê li başûrê Îranê hat lidarxistin.

Deryadar pasdar Elî Fedewî fermandê  hêza deryayî ya  Sipahê Pasdarên  Inqilaba Îslamî jî li vê merasimê got: Balefirên ku  li vê qonaxê tevlî Rêxistina  Hêza deryayî ya Sipahê bûn, bi hêz û şiyanên  curbicur ên mîna  geşt û keşfê- hêza rûniştina nav avê- geriyana nav avê mîna sabmerînan û her wiha  hemî operasyonên firînê li   bilindahiyên  curbicur hene û ji ber hebûna vê potansiyelê bi firindeyên  du-jiyanî û avnişîn  hatine binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu