ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înê ya Têhranê: Civata Şarezayên Rêberiyê pasdara rastîn a welayeta Feqîh e

Pêşnimêjê berwext yê nimêja înê ya Têhranê : Wzîfe û pêsparteya Civata Şarezayên Rêberiyê kifşkirina rastiyên li ser weliyê emr ê misilmanên cîhanê li dewrana Xeybeta Îmamê Zeman (S) e.

Ayetullah Muhemed Îmamî Kaşanî li xutbeyên vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Tehranê bal kişand ser civîna dudiyan a dewra pêncan a Civata Şarezayên Rêberiyê û hevdîtina tev Rêberê mezin ê inqilaba îslamî û destnîşan kir; Wzîfe û pêspartiya Civata Şarezayên Rêberiyê kifşkirin û nasandina weliyê Feqîh yê li edalet, teybîr, bernamedarêştin, dijminnas û cîhannas e.

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê destnîşan kir: Welayeta Feqîh çanda dewlemend a îslamê zindî dike û li hemberî pîlanên dijmin disekine û bi başî haya wî ji pîlanên dijmin heye û nahêle ku ev pîlan û gef pêk werin.

Ayetullah Îmamî Kaşanî bal kişande ser viya ku hemû ometa îslamî rêz û hurmeta çanda Binemala paqij a Pêxemberêî îslamê (S) radigirin û got: Ev çanda ji bilî çendek ji welatên ku hevpeymanên Rejîma Siyonîst in,li nav hemû welatên din ên îslamî xwedan rêz û hurmeteke taybet e û Îran şanaziya xwe bi çanda Binemala paqij a Pêxemberêî îslamê (S) dike.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja îniyê ya Têhranê her wiha destnîşan kir; Çanda Binemala paqij a Pêxemberêî îslamê (S) li cîhanê belav bûye û bûye sebeb ku filistînî li hemberî Rejîma Siyonîst, xelkê Yemenê li hemberî Alê Seûd û xelkê Iraqê li hemberî terorîstên DAIŞ`ê rawestin.

Civîna dudiyan a dewra pêncan a Civata Şarezayên Rêberiyê sêşemiya heftiya bihurî karê xwe destpê kir û roja çarşemiyê jî bi dayîna daxûyaniyekê dawî li karê xwe anî. (BANGE İSLAMİ)

Başa dön tuşu