EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Hikûmeta Efxanistanê: Meha borî zêdetirî 1200 serbazên me hatin kuştin û birîndar bûn

Hikûmeta Efxanistanê ragihand, meha borî herî kêm 500 serbaz û çekdarên Efxanî di şer de hatine kuştin.

Wezîrê Berevaniya Efxanistanê Tariqşah Behramî civîna parlamentoya wî welatî de ragihandiye, meha borî zêdetirî 500 serbaz û çekdarên Efxanistanê di şer û êrişên neyaran de hatine kuştin.

Wî weîzêr Efxanî her wiha gotiye, zêdetirî 700 serbaz û çekdarên din jî birîndar bûne,43 serbaz jî dîl hatine girtin.

Meha borî şerên giran di navbera çekdarên Taliban, çekdarên DAIŞê û hêzên Efxanistanê de qewimîn. Lê herî zêde şer di navbera Taliban û artêşa Efxanistanê de derketibû.

Başa dön tuşu