IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Hîn sê hezar û 600 kurdên êzdî di îsareta DAIŞê de ne

Viyan Dexîl nunera kurrdên êzdî li parlemana Iraqê got: Hîn sê hezar û 600 kurdên êzdî di îsareta DAIŞ`ê de ne.

 Li gorî rapora Kurdpressê, Viyan Dexîl li gotûbêja  tev  Anadolûnewsê got ku piştî êrişa DAIŞê ser Şingalê û Kolekirina kurdên êzdî, pêvajoya azadkirina wan bi şêwazên curbicur destpê bû û zêdetirî  hezar û 800 kes ji wan ji destê DAIŞê azad bûn lê hîn hejmareek zêde ji wan di îsareta DAIŞê de ne.

Nunera  kurdên êzdî li parlemana Iraqê got ku  piraniya jin û keçên  êzdî ku ji aliyê DAIŞê ve  dîl hatine girtinê bo navçên din li Sûriye û Iraqê hatine guhestin.

Wê her wiha ragihand ku piraniya kesên azadbûyî ji ber şikencên DAIŞê di rewşeke  rûhî û rewanî ya xirab de ne û jibo dermankirinê tên şandin bo Almanyayê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu