NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdaçûna hêzên Sûriyê ber bi Reqayê va

Hêzên sûrî pêşdaçûna xwe ber bi reqayê wek navenda koma têrorîst a DAIŞ`ê li vî welatî didomînin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Associated Press`ê, hêzên sûrî pêşdaçûna xwe ber bi Reqayê va wek navenda koma têrorîst a DAIŞ`ê li vî welatî didomînin.

Efserekî artêşa Sûriyê li vê barê got: Em ji aliyê navçeya Îsrayayê ber bi riya Reqayê va pêşda çûn ta ku em bikarin firokexaneya Tebeqeyê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê derxinin. Me di roja yekem da karî bigihêjin riya Zekiyê ku riyekî herî girîng û stratejîk e ku ji bo dabînkirina hewcetiyênçeteyên DAIŞ`ê dihat bikaranîn. Di roja duyem da me pêşdaçûna xwe ber bi navçeya Ebu Elacê domand û gihîştin wê derê û niha jî em ber bi firokexaneya Tebeqeyê av diçin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu