ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşengekî Radyo û Têlêvîzyona Kurdî ya Têhranê koça dawîyê kir

Haşim Şaweysî xebatkarekî qedîmî û pêşneg ê Radyo û Têlêvîzyona Kurdî ku bi salan wekî Bernameçêker û Sernivîskarê Radyoya Kurdî kar kir, ji ber nexweşîyê koça dawîyê kir.

Rehmetîyê Şaweysî xelkê şarê Sinê bû û heta berî sala 2000`î yek ji Bernameçêker û Sernivîskarên sereke yên Radyoya Kurdî ya Têhranê û mirovekî gellekî şareza û baldar bû.

Rehmetîyê Şaweysî bi dû malnişîbûnê jî xebata xwe ya çandî berdewam kir û di dûblaja fîlm û rêzefîlman da bi awayekî çalak beşdar bû û carina jî di şanoyên radyoyî da rol werdigirt.

Taybetmendîya herîgirîng a rehmetîyê Şaweysî ew bû ku gellekî dilovan û hertim kenî ser lêvan bû.

Vê dawîyê jî komhelbestek bi dengê gellekî xweşî û zîz ê wî hat tomarkirin û belavkirinê.

Radyo û Têlêvîzyona Kurdî ya SAHAR`ê sersaxîyê dide malbata rehmetîyê Şaweysî û ji Xwedê teala jibo wî rehmetê dixwaz.

Başa dön tuşu