ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşeroj ji îro baştir e û  ya ciwanan e, lê pêwîstiya wê mayîna li riya  rast û hereketa berdewam û bê westiyan e

Hezretê ayetullah imam Xamineyî, berêvara roja duşemê li civîna  bi dostane ya bi sedan kes ji nûnerên saziyên curbicur ên zanistî, çandî, siyasî, civakî û senfî ya  xwendekaran, rûhiyeta ciwanan,  hesta howiyet û pênasa  bi bandor  a  viyan û armancên  liv û tevegrên  xwendekaran û daxwaziyên  armancan sedema  hêviya bo pêşerojê û geşatiya Îrana îslamî da zanîn û destnîşankir: Divê ji ber zirûf û îmkanên  welêt-hereketa ber bi armancan bi qaweteke hîn zêdetir bidomînin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî li destpêka axiftina  xwe ku  ji hevdîtin û  gotûbêja tev  xwendekaran ser hin meselên  curbicur ên  welêt pêk dihat- civîneke bibandor  da zanîn û got:  Encama  herî balkêş a vê civînê, eşkerebûna  rûhiyet û hereketa  geş û zindî û bi viyan li nav xwendekaran bi ramanên curbicur e û ev rewşa  rastîn berûvajiya teblîx û fikrên dasepandî yên dijmin û biyaniyan û hin endamên  navxweyî li bara xemgînî û bêhêvîtiyê li zanîngehan e.

Hezretê ayetullah Xaminyî her wiha got: Rêçareya siyasî ji bo çareserkirina eyb û pirsgirêkan li hin  saziyên mîna   radyo û televîayonê- zêdekirina kadro û endamên ciwan, çalak, mumin û bawermend û bi viyan û hedefdar li van saziyana ye.

Wî bal kişand ser vê yekê ku hereketa nizama îslamî bêşik  û guman ber bi pêş de diçe û got: Pêşeroj ji îro baştir e û  ya ciwanan e, lê pêwîstiya wê mayîna li riya  rast û hereketa berdewam û bê westiyan e.

Hezretê ayetullah Xaminyî xwebaweriya neteweyî, xweseriya siyasî-aborî û çandî û azadiyê ji wan azadiya bîr û hizran û  azadiya xebatê ji armancên din ên  nizama  îslamî da zanîn û got: Ger azadî nebe, geşatiya meinewî û pêşketina civakê jî çê nabe, lê her ev azadiya  hewcedarê qanûn û çarçoveyê ye, ne ku her tişt tevlî hev dibe û ber bi berhellabûn û bê exlaqiyê diçe.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî bal kişand ser pêşkertinên  eşkere û berbiçav ên Îrana Îslamî li warên  îlm û teknolojiyê û rola  ciwanên  berpirsiyar li vê riyê û got: Lê dîsa jî nabe em bi astê qayîl bin belkî divê bi berçavgirtina  zirûf û îmkanên welêt- em  vê hereketê bi qawet û lezgîniya zêdetir  bidomînin.

Başa dön tuşu