ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya Hesen Ruhanî li ser mafê gelê Filistînê

erokê Komara Îslamî ya Îranê, pêgîrî kir, îro rojê mijara Filistînê û Qudsa Pîroz, bûye armancek jibo hemî misilmanên cîhanê û divê azadiya Qudsa Pîroz û bidestxistina gelê Filistînê ya mafên xwe, mijar û mesela sereke ya navçê be.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomartiyê, Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê roja sêşemiyê li hevdîtina bi Remezan Evdile, sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku nabe em îznê bidin planêna curbicur, me ji dewama meşa li riya serêxwegirtina armanca bilind a Filistînê, bêhêvî bike û got: Vê tevgerê û komên din ên Berxwedana Îslamî ya Filistînê, di vê riyê de berpirsiyeka girîng hene.

Ruhanî bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamiya Îranê, ji dema destpêka Înqilaba Îslamî, li ser piştgiriya ji xelkê Filistînê û armanca wan pêgîrî kiriye û got: Dewlet û gelê Îranê, hertim li gorî vê esasê meşiyane û tev geriyane û li kêleka gelê Filistînê disekinin û wê alîkariya wan bikin.

Ruhanî herwiha got, îro rojê hegereka bihêz jibo raya giştî ya cîhanê li ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst tu caran bi dû aştiye nebûye û nîne, heye ku divê ji wê behre were girtin û were nîşandayîn ku tu riyek ji bilî cîhad û berxwedanê jibo filistîniyan li hember vê rejîma dagîrker tune.

Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, jî di vê hevdîtinê de bi qedirzaniya ji piştgîriyên Komara Îslamiya Îranê ji xelkê bindest ê Filistînê û bereya Berxwedanê, destnîşan kir: Gelê Filistînê berovajiya zext û zorê her wekî berê heya dawiya dagîrkeriya Rejîma Siyonîst ser erdên Filistînê, berxwedana dijî vê rejîmê wê bidomîne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu