IraqNûçeRojhilatanavin

Serkirdeyê çeteyên Ozbek li nav DAIŞ`ê hat kuştin

Grûpa terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ“ê, serkirdeyekî xwe ji yekîneyên ozbekan û birek din ji endamên vê yekîneyê piştî ku ewna roja şemiyê ji rojhilata parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê revîbûn, îdam kirin.

Li gor rapora ajansa IRNA`yê, ji zarê Sûmiriye News`ê, Grûpa terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ“ê, Ebû Qetade serkirdeyekî xwe ji yekîneyên ozbekan û birek din ji endamên vê yekîneyê piştî ku ewna roja şemiyê ji şerê li hemberî hêzên pêşmergeyên Herma Kurdistana Iraqê li navça El-Xazir û El-Guwrê rojhilata parêzgeha Nêynewayê ber bi rojavaya Nêynewayê revîbûn îdam kirin.

Hatiye ragihandin ku Ebû-Qetade û hêzên din ên endamê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku ji şerê tev hêzên hêzên kurd ên taybetî Herêma Kurdistana Iraqê nasyar bi Pêşmerge revîbûn li pêgeha eskerî ya El-Xezlaniyê li rojavaya Nêynewayê hatin kuştin.

Beşar El-Kîkî serokê konseya parêzgeha Nêynewayê ragihand ku li êrişa hêzên nasyar bi Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navça Xazirê, 7 gund hatin azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu