IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşketina hêzên iraqî li başûr û rojhilata Mûsilê

Hêzên gelanî yên Iraqê karîn gundên El-Esrec, Sehl Ehmed û El-Malêh li başûra rojavaya Mûsilê ji destê terorîstan azad bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Bingehên agehdar ên ser bi Hêzên gelanî yên Iraqê li daxûyaniyekê ragihandine ku ; Hêzên ser bi leşkerê heftan ser bi hêzên gelanî yên Iraqê piştî şer û pevçûna duh îniyê tev terorîstên DAIŞ`ê, karîn gundên El-Esrec, Sehl Ehmed û El-Malêh li başûra rojavaya Mûsilê ji destê terorîstan azad bikin.

Li vê daxûyaniyê herwisa hatiye ku hêzên leşkerê 18-an a hêzên gelanî yên Iraqê her wisa gundê El-Esrec li rojavaya Mûsilê jî ji destê têrorîstan azad kirin.

Li gorî rapora têlêvîzyona El-Meyadînê jî, hêzên çekdar ên Iraqê li dewama şerê tev grûpa tekfîrî-terorîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata Mûsilê karîn du nexweşxanên El-Şefa û El-Selam û zankoya doxtoriyê ya bajarê Mûsilê ji destê terorîstan derxînin.

Li gorî vê, raporê hêzên iraqî her wisa pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Furqanê ku dikeve rojhilata bajarê Mûsilê dane ber êrişên xwe.

Wezîrê berevaniyê yê Iraqê jî li daxûyaniyekê ragihand ku firokeyên bê firokevan ên hêzên artêşa Iraqê li derûdora Mûsilê êrişî ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê kirin û 22 têrorîst li navça Wadî Ekûbê kuştin.

Firokeyên şêrr ên Iraqê herwisa 15 terorîst li navça El-Kûrnîşê li rojavaya Mûsilê kirine ber hedefa êrişên xwe û kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu