BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê înê ya Tehranê tekez kir, îqtidara Îrana Îslamî, hemî komployên dijminan li dijî nizam û gelê Îranê bêencam kiriye

Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî,  Pêşnimêjê nimêja înê yê Tehranê bal kişand ser îdiaya  berpirsê karûbarên Ewrûpayê derheq vê yekê ku ger rêketinnama navokî neba qewimîna şerê li dijî Îranê pêdivî bû û got: Eva xapandinek e ji ber ku cîhanê hêza şerê li hember Îranê tine û gelê Îranê heya dawiyê li hember dijminan sekiniye.

Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî,  Pêşnimêjê înê yê Tehranê diyar kir: Ger Emerîka û hêzxurtên mustekbir û zorda êrişî ser Îranê nakin  eva ji ber îqtidara gel û  qaweta eskerî ya Îranê ye.

Pêşnimêjê înê yê Tehranê  bal kişand ser qaweta eskerî ya Îranê û  got: Komara Îslamî ya Îranê qaweta heftan a eskerî ya cîhanê ye.

Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî,  bal kişand ser hişyariya li hember şerê aborî û çandî yên  dijmian li hember Îrana Îslamî û got : Cihanîna  tam a aboriya berxwedanê van komployan bêencam dike.

Pêşnimêjê nimêja înê yê Tehranê her wiha  cinayetên Rejîma Alê Xelîfe li hember gelê Behreynê şermezar kir û tekez kir: Serhildana gelê Behreynê nasekine û dê ev şoreşa li hember vê rejîma kirêgirtî bi ser keve.

Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî, her wiha got : Gelê Behreynê daxwaza serbixwetî, hikûmeta bijartî û bidawîbûna  dîktatoriyê li welatê xwe dikin.

Pêşnimêjê înê yê Tehranê her wiha ji rejîma  zarokuj a Alê Siûd rexne kir û got : ev rejîma  bi alîgirên navneteweyî yên xwe tim cinayetên xwe li dijî gelê Yemenê didomîne.

Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sidîqî NY jî ji ber bêdengiya li hember cinayetên Rejîma  Alê Siûd  rexne kir û got : Divê ev rêxistina cinayetên  hanê bidest rawestandin.

Pêşnimêjê înê yê Tehranê her wiha  bal kişand ser beşdariya berfireh a gelê Îranê li roja 22 Behmena îsal  li 38`mîn salvegera  serketina Inqilaba Îslamî û diyar kir: Ev  beşdariya berfireh weke mêrkuteke qahîm ser devê dijminan bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu