ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê Erbeîna Huseynî meydana nimandina yekitî û berxwedana misilmanên cîhanê ji wan şîe û sune li hember dijminên Îslamê da zanîn

Ayetullah Muhemed Îmamî Kaşanî Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser hewldana îstikbarê û siyonîzma cîhanî jibo pêkanîna bêtifaqiyê navbera umeta Îslamê û tekez kir: Hizûra milyonî ya misilmanan ji mezhebên  curbicur ên Îslamî li mersima  Çilema îmam Hisên (S) nîşana  viyana wan jibo berxwedana  li hember hemî komployên  li dijî Îslamî ye.

Ayetullah Muhemed Îmamî Kaşanî Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser vê yekê ku nirxên Îslamî li çola Kerbelayê serê xwe girtin û destnîşan kir:  “Mezinahî û şan û şerefa  Erbeînê qaweta îstikbarê sist kiriye“.

Ayetullah Kaşanî  got: Cîhana Îslamê divê bi besîret û naskirina  hûr û kûr a komployên  Emerîka û Rejîam Siyonîstî nehêle ku bernamên  wan  yên li dijî welatên navçê cih werin.

Ayetukllah Muhemed Îmamî Kaşanî her wiha fukara xwe li bara dewama xwînrrijandinê li hin welatên navçê ji wan Sûriye, Yemen, Irarq û Efxansitanê da xûyanê û got: Emerîka û  welatên alîgirê terorîzmê li bara  kuştin û birîndarkirina  xelkê bêguneh ên navçê divê berpirsiyar bin.

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê got: “Emerîka û hevpeymanên  wê  li halekê Îranê bi  piştgiriya ji terorîzmê tawanbar dikin ku  îrorojê bixwe xerca grûpên treorîstî ji wan  DAIŞ`ê dabîn dikin û endamên vê komê perwerde dikin“.

Ayetullah Muhemed Îmamî Kaşanî li bara hilbijartinên serokkomariya  Emerîkayê jî got: “Encama  vê hilbijartinê jibo Komara Îslamî ya Îranê ne giring e ji ber ku  tu bandorek ser çareserkirina qeyranên cîhanî û pirsgirêkên xelkê Emerîkayê tine“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu