ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê: Îranê mekîna cengê ya Emerîkayê rawestandiye

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê got: Komara Îslamî ya Îranê mekîna şêr a Emerîkayê rawestandiye.

 Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Hesen Turabîferd pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha got: Bê guman li rûbirûbûna  Emerîkayê bi Îranê re li gor gotinên  serokkomarê berê yê Emerîkayê û gotinên  analîzorên  welatên rojavayê û rojhilatê, Komara Îslamî ya Îranê gihêştiye  dewrana geşatî û pêşdeçûnê.

Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Hesen Turabîferd bal kişand  ser siyasetên  dewleta  Donald Trump serokkomarê niha yê Emerîkayê û got: Ev welata derneketiye pêşberî Îranê belkî li hember du milyar nifûsa cîhanê sekiniye.

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê bal kişand  ser vê yekê ku mekîna  cengê ya Emerîka û Îsraîlê asteng bûye û got: Stratejiya Îranê eva ye ku pêşiya şêr bigre û nehêle ku Emerîka li vê barê bighêje armancên xwe.

Hucetulîslam welmuslimîn Muhemed Hesen Turabîferd  bal kişand  ser vê yekê ku  bi yekitî û îqtidara welatên îslamî, dê saya  kirêt a şêr ji navçê pak bibe û got: Rejîma  nehs a Erebistanê ku îro  ketiye ber kîn û nefreta hemî welatan û tenê ji aliyê serokkomarê Emerîkayê ve tê  piştgirîkirin, nikare  şerxwaziyeke nû destpê bibe.

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha  bereberê lidarxistina rê û resma Erbeîna Huseynî serhildana  Aşûrayê bi bîr xist ku bû wek tevgereke  însansaz li dîroka cîhanê û hêvî kir: Umeta îslamî bi îman û emela salih, riya îzet û bexteweriyê wisa ku hêjayî civaka  îslamî ye, derbas bikin.

Başa dön tuşu