ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê: Amerîkî ji ber pêşketinên Îranê hêrs in

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê yê Têhranê bi gotina vîya ku amerîkî ji ber pêşketinên Îranê hêrs bûne, pêgirî kir: Rayedarên amerîkî dê ji ber hêrsbûnê bimirin.

Ayetulah Mihemed Êmamî-Kaşanî li xutbên vê hefteyê yên nimêja nîîyê ya Têhranê pêgirî li ser naskirina dijmin û komloyên wî kir û got: Kiryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê nîşan da ku rayedarên vî welatî pirsgirêkan wan li hemberî islamê heye û ew bi dû derbelêdana li civakên islamî ne.

Ayetulah Mihemed Êmamî-Kaşanî bi gotina vîya ku dijmin dixwazin ometa islamê hertim pirsgirêka aborî û ewlehîyê hebe, dîyar kir: Dijmin dizanin ku islam dibe sedema pêşketin, iqtidar û rûketa civakan lewma hertim lê digerin derbê li vî dînê ilahî bidin.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê yê Têhranê, bawerîya li Xwedê, berxwedan, bikaranîna potansîyel û şîyanên navxweyî, hevgirtin û bikaranîna hêza insanî ya ciwan û kêrhatî ji rêyên sekinîna li hemberî komployên dijminan zanîn.

Ayetulah Mihemed Êmamî-Kaşanî li dawîyê got: Pêşeroja ya ometa islamê ye û dijmin dê ji nav herin.

Başa dön tuşu