ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê nimêja înîyê yê Têhranê: Dosîya Xaşiqçî rûyê kirêt ê Amerîka û Erebistanê aşkira dike

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser bêserûşûnbûna Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê rêjîma Seûdî û pêgirî kir: Dosîya Xaşiqçî rûyê kirêt ê Amerîka û Erebistanê di warên kuştin, talankirin û cinayetê de aşkira dike.

Cemal Xaşiqçî di 2`yê Cotmehê de piştî derbasî konsulxana Erebistanê ya li Istenbolê bû, bêserûşûn bû û li gorî agahîyên herî dawîyê ew bi destê rêjîma Seûdî hatîye kuştinê.

Ayetullah Ehmed Xatemî li xutbeyên nimêja înîyê ya Têhranê bi gotina vê yekê ku dosîya Xaşiqçî xîmên hikûmeta Seûdî lerizandine, ragihand: Amerîka bi wergirtina diraveke gir ji binemala Seûdî, lê digere dosîya Xaşiqçî binixumîne.

Ayetullah Xatemî pêgirî kir: Aşkirabûna hûrgilîyên dosîya Xaşiqçî wê derbên giran li Amerîka û Erebistanê bide.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê yê Têhranê herwiha bûyera revandina hêzên besîcî yên xwecî û sînorparêzên îranî li qereqola ser sînorê Îran û Pakistanê li Mîrcawê li başûra rojhilata Îranê ku di 15`ê Cotmehê de qewimî şermezar kir û got: Bila Pakistan tevî berçavgiritna cinaretîya baş digel Îranê, hemî hewla xwe ji bo têkoşîna li hemberî têrorîstan bi kar bîne.

Ayetullah Xatemî  bal kişand ser lidarxistina merasima Çillê Imam Hisên (S) di hefteya pêşberî de û tekezî l iser lidarxistina pirrcoş a vê merasimê kir.

Başa dön tuşu