ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê Nimêja Înîyê yê Têhranê: Hizra Inqilaba Islamî û Mêhwera Berxwedanê, pêşîya bandora Amerîkayê li herêmê girtîye

Pêşnimêjê Nimêja Înîyê yê Têhranê bi gotina wê yekê ku hizra Inqilaba Islamî û Bereya Berxwedanê û tiştekî bêhempa û hêzeke ber bi geşbûnê ye, pêgirî kir: Vê hizrê zemîne jibo zêdebûna hêza Islamê û kêmbûna bandora Amerîkayê li herêmê pêk anîye.

Pêşnimêjê Nimêja Înîyê yê Têhranê Hucet ul Islam Seyîd Mihemedhesen Ebûtorabîferd, abor di civaka isalmî de babeteke girîng û mêhwerî zanî û pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê tevî dorpêçbûna di 40 salên buhurî de, pêngavên bilind di warê aborîyê de rakirine û gellek binesazîyên aborîyê ku li Îranê hene heta li hin welatên pêşketî jî tinene.

Pêşnimêjê Nimêja Înîyê yê Têhranê herwiha got: Rayedarên pillebilind ên amerîkî ku pêşnîyara sepandina boykotan dijî Îranê dabûn, îro mukur tên ku heke Îran pontasîyelên xwe bi kar bîne, boykot wê bêbandor bibin.

Ebûtorabîferd herwiha got: Hin amerîkî hene ku nuqumî hejarîyê bûne lê, Îran xurt e, çinku di rêya durist da pêngav rakirîye û hêzên navxweyî yên wî xurt bûne û bi hezkirina Xwedê yê veguhere hêzeke mezin ê aborîyê.

Başa dön tuşu