NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşniyarên kurdên Sûriyê ji bo lihevkirina bi hikûmeta Şamê re

Kurdên Sûriyê bi weşandina daxuyaniyekê xwestek û pêşniyarên xwe raberî dewleta vî welatî kirin û li çarçova van xwestekan li ser yekperçetiya axa Sûriyê û artêşa vî welatî sekinîne.

Li gor nûçeya Al-Alamê, xalên pêşniyarên kurdan meselên wekî perwerdehiya bi zimanê kurdî, berevaniya ji welatê yekperçe, tevlîbûna rastîn nav hikûmet û welatê Sûriyê û xizmeta di bin alayekê de digirin ber xwe.

Li gor xalekê hêzên ewlekariyê yên navxwe li dever û dayirên xweser ku li gor Meclisên Xwecî dixebitin divê ku karê wan li dij qanûna bingehîn a Sûriyê nebe.

Teşkîlata xweser a kurdên Sûriyê ragihand ku wê ser xalên hanê bi hikûmeta navendî ya Sûriyê re gotûbêjê bike.

Ji ber gefên hikûmeta Tirkiyê li dij kurdên Sûriyê û xiyaneta Amerîkayê li kurdên vî welatî û sekevtinên artêşa Sûriyê, kurdên vî welatî hewldidin ku bi hikûmeta Sûriyê re lihev bikin.

Başa dön tuşu