AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşwaziya fermî ya serokwezîrê Taylendê ji Ruhanî li Bankokê

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bi awayekî fermî li Bankoka paytexta Taylendê, ji aliyê serokwezîrê vî welatî ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomartiyê, sibeha îro, yekşemiyê di vê rêûrismê de, Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê û Prayût Çan Oça (Prayut Chan-o-cha), serokwezîrê Taylendê, piştî lêxistina marşa neteweyî ya her du welatan, yekîneya teşrîfata Sanê dîtin û piştî wê jî taximên payebilin, bi hev re dan nasandin.

Herwiha piştî bi dawîhatina rêûrisma nasandinê û îmzekirina deftera bîreveriyê ji aliyê serokomarê Îranê ve, gotûbêjên hevpar ên taximên payebilind ên du welatan, dest pê bûn.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, biryar e ku li mêvaniya firavînê ya serokwezîrê Taylendê beşdar bibe.

Hesen Ruhanî, şemiyê bi şev û li qonaxa herî dawîn a sefera xwe ya bo navçeya başûrê rojhilatê Asyayê û bona beşdariya li civîna dudiyan  a Serokên Civata Gotûbêja Hevkariyên Asyayê, derbasî Bankokê bû.

Ruhanî li civîna dudiyan  a Serokên Civata Gotûbêja Hevkariyên Asyayê (ASD), ku ji 34 welatên asyayî pêk tê, ji bilî axiftinê, wê helwêstên Îranê diyar bike û li kêleka civînê jî wê bi rayedarên payebilind ên hin welatan re hevdîtin pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu