ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşwaziya Îranê ji asayîbûna pêwendiyên navbera du Koreyan

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê berbanga Şemiyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Têhran hertim li dû wêdabirina kêşeyan li Nîvgirava Koreyê bûye, got: Îran ji hewildan û pêngavên rêberên Koreya bakur û Koreya Başûr li riya wêdabirina kêşeyan û asayîkirina pêwendiyên xwe pêşwaziyê dike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mehr Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî bi bîr xist ku Komara Îslamî ya Îranê hevdîtina vê dawiyê ya serokên Koreya Bakur û Koreya Başûr pêngaveka berpirsiyarane û li ser riya durust dizane ku dikare bibe sebeba aştî û ewlehiya mayînde ya navçeyî û cîhanî.

Mon Caê În (Moon Jae-in) û Kîm Cong On duh anku Îniyê li gundê sînorî yê Panmûncomê li ser valakirina navçeya Nîvgirava Koreyê ji çekên atomî li hev kirin û li hev hatin ku şer bibe Soznameya Aştiyê û her cûre karê dijminane li hemberî hevdu bi dawî bînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku siyaseta bingehîn û hertimî ya Îranê dijayetiya digel her cûre berhemanîn, hebûn, ragirtin û bikaranîna çekên tevkujiyê ye, her wiha got: Îran hertim ji her cûre hewildana ku bibe sebeba valabûna cîhanê ji van cûre çekan, piştgiriyê dike.

Qasimî destnîşan kir ku Komara Îslamî ya îranê li ser vê bawerê ye ku qonaxa nû û dîrokî ya wêdabirina kêşeyan li Nîvgirava Koreyê divê bi hişmendî, bi awayê dualî û bêyî destwerdan û tehrîka welatên seranavçeyî were domandinê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser siyaset û stratijiya Amerîkayê di salên dwî da û bêsoziya vî welatî derheqê sozên xwe yên navneteweyî û got: Tecrubeya 40 salî ya Komara Îslamî ya Îranê bi taybet tecrubeya vê dawiyê li mijara Lihevkirina Navokî nîşan dide ku dewleta Amerîkayê bawerî pê nayê kirin û tu pêwîstiyekê nabîen ku lis er soz û qiranên xwe yên navneteweyî bimîne.

Başa dön tuşu