NûçeRojhilatanavinYemen

Pêşwazîya Îranê ji muzakirên aştîya Yemenê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê ji destpêbûna dewra nû ya muzakirên aştîya Yemenê pêşwazî kir.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro li gotûbêja tev ajansa nûçan a IRNA`yê, tevî pêşwazîya ji agirbesê û destpêbûna gerra nû ya muzakirên alîyên yemenî got: Komara Islamî ya Îranê hertim li ser rêçareya sîyasî jibo qeyrana Yemenê bi rêka gotûbêja komên yemenî sekinîye.

Behram Qasimî herwiha got: Îran ji her cure aştîya sîyasî û agirbesa tam û berfire ku bibe sedema pêkhatina aştî û istiqrarê li Yemenê nemaze bibe sedema kêmkirina derdên gelê mezlûm ê vî welatî ji wan rakirina dorpêça giştalî, pêşwazîyê dike.

Li gorî vê raporê, wezareta karên derve ya Umanê şeva buhurî bi daxûyanîyekê ragihand ku alîyên yemenî li bara destpêbûna agirbesê ji 17`ê Mijdarê va û birêxistina dewreke nû ya gotûbêjên aştîyê di vê mehê da lihev kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu