AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşwaziya Têhranê ji biryarnameya asayîkirina peywendiyên YE bi Îranê re

Behram Qasimî, roja sêşemiyê li li bara biryarnameya asayîkirina peywendiyên di navbera YE û Îranê de ku roja sêşemiyê li Parlimana Ewrûpayêji aliyê nûnerên vê parlimanê ve hate pejirandin, got: Ev mijar vîna erênî ya vê saziya ewrûpî jibo berfirehkirin û kûrkirina peywendiyên dualî li hemû berûlayan bi Îranê re nîşan dide.

Qasimî destnîşan kir: Biryarnameya Parlemana Ewrûpayê, bal kişandiye ser rola bibandor a navneteweyî û navçeyî ya Îranê bona dabînkirin û pêkanîna istiqrar û aramiya li navçê û li ser pêwîstiya beşdariya kêrhatî ya Îranê li çareseriya kêşeyên navçeyî û şerrê dijî terorîsmê bi taybet DAIŞ û komên din ên wek wê û berfirehkirina peywendiyan di hemû warên siyasî, aborî, enerjî, zanistî, perwerdehî, lêkolîn û hawîrdorê pêgîriyê dike. Qasimî di vî halî de destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, çav li rê ye ku Parlimana Ewrûpayê, li gorî rewşa dewra piştî boykotê û dûrî têbînên siyasî û helahelayên nebaş ên propagendeyî, rêçareyên kivş jibo berfirehkirin û kûrkirina peywendiyan amade bike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha li ser pêwîstiya xwedûrgirtina ji kêşeyên siyasî yên li mijara mafên mirovan sekinî û herwiha got: Komara Îslamiya Îranê, amade ye ku li rewşeka aram û ne bikêşe û bi riya gotûbêj û şiwêrînê, nihêrînên ola pîroz a Îslamê di warê mafên mirovan de, aşkera bike û bona peywendiya bi yên din û nêzîkbûna zêdetir a nihêrînên her du aliyan, hewl bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu