NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşwaziya welatên erebî ji vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban

Çavkaniyeka agah li saziya serokomartiya Tûnisê qala daxwaza rêberên welatên ereb ji bo vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban kir.

Li gorî malpûera Eram Newsê, Rayedarekî agah li saziya serokomartiya Tûnisê ku navê wî aşkira nebûye roja Sêşemiyê got ku El Bacî Qaîd El Sebesî, Serokomarê Tûnisê li pey hevdîtina şandiyn wî digel serokên welatên erebî, ev nûçe piştrast kiriye.

El Sebesî her wiha soz daye ku rola bingehîn li nêzikkirina nêrîna welatên erebî dgel Sûriyê hebe.

Vê dawiyê desteyek ji Tûnisê jibo gotûbêja tev rayedarên El Cezayîrê derbarê vexwendina Bişar Esedê serokomarê Sûriyê jibo beşdariya li civîna tê ya serokên ereb, gihîşte El Cezîrê.

Yekîtiya Ereban di meha Mijdara sala 2011an da endamtiya Sûriyê bi awayê demkî da rawestandin, lê hin welatên ereban li dijî vê kiryarê derketin.

Vê dawiyê hin wlatên ereb balyozxaneya xwe li Sûriyê vekirine û Umer El Beşîr serokomarê Sûriyê jî seredana Şamê kir.

Bi têkçûna komên têrorîst û bernameyên erebî-rojavayî li Sûriyê û misogeriya mayîna dewleta vî welatî, niha welatên ereb û ji wan Erebistan û Imarat li dû hin rêyan ji bo vejiyandina pêwendiyên xwe digel Şamê ne.

Başa dön tuşu