ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêvajoya baş a berhemanîna gazê û derfirotina nifta Îranê

Birêvebirê giştî yê kompaniya neteweyiya nifta Komara Îslamî ya Îranê got: Tevî biryarên vê dawiyê yên serokomarê Amerîkayê djî Îranê taximên biyanî hema wisa tên Îranê û cihanîna planên niftî li Îranê dişopînin.

Elî Kardur birêvebirê cihêner ê kompaniya neteweyiya nifta Îranê roja şemiyê li civîna nûçegihaniyê li Têhranê destnîşan kir: Berhemanîna gaza Îranê di havîna sala 2013`an da derdora 490 miliyon mêtra kûp bû û niha ev qasa heta 840 miliyon mêtra kûp zêde bûye.

Birêvebirê cihanînê yê kompaniya neteweyiya nifta Îranê got: 250 miliyon mêtra kûp zêdebûna berhemanîna gazê di encama zêdebûna berhemanînê li fazên 15, 16, 17, 18, 19, 20 û 21`ê yên Parsa Başûr e.

Kardur her wiha got: Her wiha li havîna sala 2013`an da Îran rojane du miliyon û 650 hezar bermîl nifta xav berhem dianî ku piştî rakirina boykotan ev berhemanîn zêde bûye û gihîştiye sê miliyon û 900 bermîlî di rojê da.

Birêvebirê cihêner ê Kompaniya neteweyiya nifta Îranê bi gotin aviya ku şiyana berhemanîna çar milyion bermîl nifta xav di rojê da heye, got: Niha du miliyon û 335 hezar bermîl nifta xav û 350 hezar bermîl şilikên gazî tê firotin.

Birêvebirê cihanînê yê Kompaniya neteweyiya nifta Îranê bal kişande ser tekmîlkirina faza 19`ê ya Parsa Başûr heta kêmtir ji du mehên din û got: Heta havîna sala tê jî beşek ji faza 22`ê ya Parsa Başûr dê were kemilandin.

Kardur her wiha li bara wergirtina 60 miliayr dolarî sermayedanîna teze li warê nift û gazêî got: Hatina van sermayeyan di heyama pênc salan û ji bo her salê derdora 12 miliyar dolarî be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu