EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Pevçûna giran a di navbera DAIŞ`ê û hêzên dewletî de li Nengerharê

Li gorî gotina rayedarên efxan, di encama pevçûna giran a di navbera hêzên dewletî û têrorîstên DAIŞ`ê de li rojhilatê Efxanistanê, bi dehan kes hatin kuştin.

Selîm Xan Kondûzî, waliyê Nengerharê, roja yekşemiyê got, bi dehan hêzên ewlehiyê yên efxan û hejmarek kesên sivîl hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên xwecî jî ragihandin di encama pevçûnên sê rojên buhurî de zêde ji 100 têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Kundûzî got: Tu şikek di vê yekê de tune ku DAIŞ rêzê li tu kesî nagire. Ew bêyî ku bala xwe bidin ku ew xelk jin in yan zarok, wan dikujin. Ew dibistan û mizgevtan dişewitînin.

Berpirsên parêzgeha Nengerharê ragihandin nêzî 25 avahiyên xelktêde li navçeya Kûtê, hatine şewitandin û 5 kesên sivîl jî hatine revandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu