NûçeRojhilatanavinSûriye

Pevçûna navbera komên terorîstî yên bereya El-Nusre û Cêyş Ul-Ehrarê li bakur û bakurê rojava Sûriyê zêde bûye

Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, pevçûn wextekê destpê bûn ku  koma terorîstî ya Cêyş Ul-Ehrarê yek ji endamên bereya El-Nusre girt.

Koma terorîstî ya bereya El-Nusre piştî girtina endamê vê komê ji aliyê koma terorîstî ya Ceyş Ul-Ehrarê karwanê eskerî şand bajarokê Zerdenayê li bakurê rojhilata  parêzêgeha Idlibê.

Li encama pevçûnêna navbera komên terorîstî yên bereya El-Nusre û  cêyş Ul-Ehrarê hejamrek ji xelkê sivîl hatin kuştin an birîndar bûn û terorîstan nahêşin ku ambolans û hêzên  alîkariyê birîndaran rakin nexweşxanê.

Parêzgeha Idlibê, li bakurê rojava Sûriyê û navçên wê yên sînorî, tenê parêzgeha Sûriyê ye ku komên terorîstî tim li wir çalak in û bi guhestina terorîstên navçên din ên Sûriyê bo Idlibê, ev parêzgeha bûye civakeka ji hevbelavbûyî.

Komên terorîstî li du salên buhurî bi işkesta li hember hêzên  berxwedana Îslamî û artêşa Sûriyê li navçên curbicur ên vî welatî û her wiha li gor hevhatina pêkanîna navçên kêmkêşe li Sûriyê hatin guhestin bo parêzgeha Idlibê lê ji ber pisgirêka komên terorîstî bi hev re, ew li halê safîkirina hesabê xwe ne.

Başa dön tuşu