ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbahiyê ya Sûriye, Iraq û Filistînê bo Elî Larîcanî

Serokê Meclisa Sûriyê, serokê Meclisa Bilind a Îslamiya Iraqê û cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), bijartina Elî Larîcanî wekî serokê dewra dehan a Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, pîroz kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Cihad El Leham, serokê Meclisa Sûriyê, roja pêncşemiyê li gotûbêja bi riya têlêfonê tev Larîcanî, ji bilî pîrozbahiya li wî bona bijartina dubare ya wekî serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, li ser berfirehkirina peywendiyên dualî yên tev Îranê, pêgîrî kir.

Elî Larîcanî jî li vê gotûbêja bi riya têlêfonê, got: Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, wekî berê pişta jordabirina asta hevkariyên Komara Îslamiya Îranê û Sûriyê digire.

Herwiha Seyîd Emar Hekîm, serokê Meclisa Bilind a Îslamiya Iraqê, roja pêncşemiyê li gotûbêja bi riya têlêfonê tev Elî Larîcanî, bijartina wî wekî serokê dewra dehan a Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, pîroz kir û qedrê piştgiriyên wî yên li rewşên curbicur ên Iraqê bona dabînkirina aramiya siyasî û şerrê dijî têrorîstan girt.

Elî Larîcanî jî di vê axiftina bi riya têlêfonê de kêfxweşiya xwe ya ji ber serketina şerrvanên Iraqê li eniyên şerrê dijî têrorîstan nîşan da û wî pîştrast kir ku gelê Îranê di vê şerrê heqxwaziyê de, dê li cem gelê Iraqê bin.

Îsmaîl Heniye, cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera HAMAS`ê jî roja pêncşemiyê, li gotûbêja têlêfonî ya tev Elî Larîcanî, ji bilî pîrozkirina wî, qedrê piştgiriyên Îranê yên ji gelê mezlûm ê Filistînê li hember dagirkeriya Rejîma Siyonîst, girt.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, jî li vê gotûbêja bi riya têlêfonê, wî piştrast kir ku gelê Îranê di her rewşekê de, dê pişta gelê mezlûm ê Filistînê bigire.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Rast e ku bêserûberiyên niha yên li cîhana Îslamê û liv û tevgerên têrorîstî, ji bo Rejîma Siyonîst, derfetek pêk aniye lê bi berxwedana HAMAS`ê, Tevgera Cîhada Îslamî û grûpên din ên Berxwedanê, dahatiyeka baş ji bo Filistîna Mezlûm di rê da ye û rênimûniyên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî di vê barê de, aşkera û bihêz in (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu