ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyama sersaxiyê ya rêberê qedirgiran ê cihanê bi dû koça dawîyê ya Ehmed Ezîzî

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî li peyamekê ji ber koça dawîyê ya helbestvanê inqilabî, Ehmedê Ezîzî sersaxî da.

Li peyama sersaxîyê ya rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî hatîye: Ez ji ber koça dawîyê ya helbestvanê inqilabî û xwedîezmûn Ehmedê Ezîzî ku piştî nexweşîyeke pirrêş û demdirêj a wî qewimîye, sersaxîyê didim civaka edebî ya Îranê û ehlê helbest û hunerê nemaze gelê ezîz ê parêzgeha Kirmanşanê nemaze malbata wî ya hêja ku di 9 salên nexweşîyê da şirîkê êşa wî bû.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, jibo rehmetîyê Ehmedê Ezîz rehmeta ilahî û jibo malbata wî jî sebir û aramî ji Xwedê teala xwestîye.

Ehmedê Ezîzî helbestvanê inqilabî ku ji 5`ê Adara sala 2008`an va heta 6`ê Adara sala 2017`ê bi dû êşa gurçikan û ji kontrolê derketina laşê xwe li beşa miqatbûnên taybet a nexweşxana Îmam Riza (S) a Kirmanşanê dihat dermankirinê, duh emrê Xwedê kir.

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî di 20`ê Cotmeha sala 2011`ê da ku serdana Kirmanşanê kir, çû nexweşxanê û serdana Ehmed Ezîzî.

Başa dön tuşu