IraqNûçeRojhilatanavin

Soza qumandê iraqî jibo azadkirina Mûsilê heya du mehên din

Qumandê hêzên taybet ên Saziya Şerrê Dijî Terorîsma Iraqê got, hêzn iraqî wê heya du mehên din bajarê Mûsilê ji bin lepên koma erorîst a DAIŞ`ê azad bikin.

Fazil Bervarî, qumandê hêzên taybet ên Saziya Şerrê Dijî Terorîsmê ya Iraqê, destnîşan kir, piştî serdestiya tam a hêzên çekdar ên vî welatî ser Mûsilê, xelkê vî bajarî dikarin li du mehên dahatî vegerin ser jiyana xwe ya asayî.

Nûçeya din eva ye ku Eyad Rafêd, endamekî Civata Hîva Sor a Iraqê (saziya fermî ku alîkariya awareyên iraqî dike) roja duşemiyê got tevî rewşa nebaş a hewayê û rewşa nebaş a mirovî di sê rojên buhurî de sê hezar û 250 kesên sivîl û ji wan hejmareka zav a jin û zarokan ji Mûsilê jibo kempên El Xazer, Hesen Şam û El Cedê hatin veguhestin.

Li gorî rapora rayedarên iraqî, bi destpêbûna azadkirina bajarê Mûsilê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê li Cotmeha buhurî, zêde ji 130 hezar kesên sivîl ji vî bajarî derketine.

Li gorî ragihandina Ravîna Şamdestanî, berdevka komîsaryaya bilind a Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), koma terorîst a DAIŞ`ê bi revandina heşt hezar malbatên iraqî li dorhêla Mûsilê, wan wekî mertala mirovî bi kar tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu