NûçeRojhilatanavinSûriye

Cotkarên 80 gundên Xaneqînê bi çek diçin nav zeviyên xwe

Ji ber xirabiya rewşa ewlekariya gundên sînorê qezaya Xaneqîn Diyaleyê, cotkarên wan gundan, bi çek diçin ser zeviyên xwe yên çandiniyê.

Endamê Encûmena Parêzgeha Diyale Hoşyar Îsmaîl ragihand, şaneyên razayî yên DAIŞê bi awayekî metirsîdar li gundên ser bi Xaneqînê ve derdikevin holê.

Hoşyar Îsmaîl da zanîn ku çekdarên DAIŞê  êrîşî wan gundan dikin ku xelkê sivîl dibin qurbanî,lewma cotkarên wan gundan naçar dibin çek hilgirin bi taybet di dema ku diçin ser zeviyên xwe yên çandiniyê.

Îsmaîl herweha eşkere kir, ji ber xirabiya rewşa emnî, hilgirtina çekan bûye diyarde û niha ev diyarde li 80 gundên Xaneqînê tê dîtin.

Endamê Encûmena Parêzgeha Diyale di haman demê de got ku di dema çûna wan bo nav zeviyên çandiniyê de, cotkar naçar in çekên xwe helgirin weke ku biçin sengerên şer, lewma divê gavên cidî ji bo parastina wan û dûrxistina metirsiya DAIŞê li ser wan werin avêtin.

Başa dön tuşu