ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Peyama sersaxiyê ya Wezîrê karên derve yê Yemenê bo Zerîf

ezîrê karên derve yê Yemenê Çarşemiyê bi şev li peyamekê bo Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji ber candayîna hejamreka gelê Îranê li bûyera lehiya çend rojên dawî sersaxî da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezîrê karên derve yê Yemenê, Hişam Şeref li vê peyamê tevî diyarkirina hevderdiya xwe digel dewlet û gelê Îranê û malbatên goriyên vê lehiyê, hêviya saxlemiyê jibo birîndarên vê bûyerêî kir.

Hişam Şeref her wiha got: Gel û dewleta Yemenê xwe şirîkê xema Komara Îslamî ya Îranê dizanin.

Ji ber barîna tund û kêmdîtî ya baranê di rojên dawî da li navçeyên cûrbicûr ên Îranê ji wan li parêzgehên bakurî yanî Gulistan û Mazenderanê her wiha parêzgehên Fars li başûr û Loristan li rojavaya Îranê, lehî rabûye.

Ji ber lehiya çend rojên dawî da herîkêm 30 kes ji gelê Îranê canê xwe ji dest dane.

Niha berpirsên Îranê çi yên leşkerî û çi yên rêîvebiriyê jibo hilkolandina rewşê û planedarêştinê li navçeyên lehîlêrabûyî ne.

Bicihkirina awarte ya gelê tûşî qeyranê ji destpêka qewimîna bûyera lehiyê dest pê bûye û gihandina hawarê bo ziyandîtiyên ji ber lehiyê bi îmkanên dewlet, Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Artêş û Besîcê  hema wisa didome.

Hêzên xwebexş jî bo navçeyên bûyerê hatine şandin.

Başa dön tuşu