EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganîstanê di şerê hêzên ewlehî û terorîstên Talîbanê de 5 polîs hatin kuştin

Hat ragihandin ku li bajarê Helmanda başûrê Afganistanê di şerê navbera Talîban û hêzên ewlehî de 5 polîs hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya berpirsên fermî yên Afganistanê, hêzên ewlehî li navçeya Navah a Helmandê li hemberî Talîbanê operasyon da destpêkirin û şer û pevçûnên dijwar di navbera milîtan û hêzên ewlehî de qewimîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şer de 5 polîsan jiyana xwe ji dest da û 6 polîs jÎ birîndar bûn.

Herwiha li gorî daxuyaniya rêxistina Talîbanê di şerê navbera her du aliyan de 17 polîsên afganî hatiye kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu