NûçeRojhilatanavinSûriye

Qedrzaniya Esed ji hevkariyên Iraqê tev Sûriyê li şerê dijî terorîzmê

Serokkomarê Sûriyê ji hevkariyên Iraqê tev Sûriyê li şerê dijî terorîzmê li nav axa vî welatî erênî nirixand û ji ber vê yekê sipasiya dewleta Iraqê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê ji zarê televîzyona El-Feratê, wezareta karên derve ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li çaxê vergirtina pêbawernama Sed Muhemed Riza baylozê Iraqê li Şamê got: Sûriye daxwaza berfirehkirina peywendiyên hemû alî yên tev Iraqê bi taybet peywendiyên abûrî tev Bexdayê dike.

Beşar Esed destnîşan kir: Hevkariyên ewlehiyê di navbera Sûriyê û Iraqê bi taybet li êrişa firokên şêr yên Iraqê ser pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê bona jinavbirina terorîstan gelekê bi tesîr û erênî ye.

Sed Muhemed Riza baylozê Iraqê li Şamê jî got: Hizûra baylozê Sûriyê li Bexdayê jî li ser berfirehkirina peywendiyên du welatan bi taybet li babetên abûrî û ewlehiyê dê bi tesîr be.

Ji sala 2011an ku krîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew krîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Tirkiye,  Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Bişar Esed sernixûn bikin, lê ev siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutabûna krîza Sûriyê.

Başa dön tuşu