IraqNûçeRojhilatanavin

Peydakirina cenazên 80 gorîyên din ên cinayeta Spaykera Iraqê

Piştî derbasbûna du sal û nîvan ji komkujîya serbazên iraqî bi destê têrorîstên DAIŞ`ê li baregeha hewayî ya artêşa Iraqê ya bi navê Spaykerê li bajarê Tikrîtê, cenazên 80 gorîyên din ên vê cinayetê da hatibûn kuştinê jî hatin peydakirinê.

Li gorî rapora PressTV`yê, Fazil Gerawî çavdêrê mafên mirovan li parêzgeha Selahedîna Iraqê got ku ev meyt ên gorîyên komkujîya li baregeha Spaykera Iraqê li devera koşkên serokomarîyê li parêzgeha Selahedînê, ji nav avê hatine derxistinê.

Heta niha cesedên 560 kes ji gorîyên komkujîya li Spaykerê hatine peydakirinê.

Têrorîstên DAIŞ`ê di sala 2014`an da piştî êrişa ser parêzgeha Selahedîna Iraqê, bi kuştina zêde ji hezar û 700 xwendekarên zankoya hêza hewayî ya artêşa Iraqê li baregeha Spaykerê, yek ji cinayetên herî mezin ên li dîrokê pêk anîn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu