Peydakirina goreke komî li Kerkûkê

Hêzên polîsê federal ên Iraqê li bara peydakirina heft gorên komî yên nû li parêzgeha Kerkûkê agahî dan.
Huseyn Mecîd, berpirsê ragihandinê yê navça şeşê ya hêzên polîsê federala Iraqê ragihand ku heft gorên komî yên goriyên cinayetên DAIŞ`ê li daristanên derdora navça Hewîcê ser bi parêzgeha Kerkûkê keşf bûne.
Wî got ku di nava van gorana paşmayiyên termên jin, zarok û hêzên ewlehiyê yên Iraqê hene ku aliyê DAIŞ`ê ve hatine kuştin û li gorên komî hatine defnkirin.
Wî Her wiha amaje kir ku li gorên komî yên keşfbûyî li vê navçê paşmayiyên termên kesên sivîl, hêzên artêşê û hêzên ewlehiyê û eskerî yên Iraqê hene.
DAIŞê li 2014`an êrişî ser Iraqê kir û navçên berfireh ên vî welatî dagir kirin û li navçên bin kontrola xwe dest bi kuştin û serjêkirina xelkê kir.
Piştî azadiya navçên azadbûyî ji destê DAIŞ`ê li hemî van navçana gorên komî yên zav hatine keşfkirin û ji wan li Şingalê heya niha zêde ji 80 gorên komî yên kurdên êzdî keşf bûne.