IraqNûçeRojhilatanavin

Peydakirina zîndana herî mezin a DAIŞ`ê li Mûsilê

Çavkaniyê iraqî ji peydakirin û kivşkirina zîndana koma terorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê agahî dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ji zarê el Meselê, hêzên şerrê dijî terorîsmê yên Iraqê, roja duşemiyê li dewama operasyona azadkirina Mûailê, zîndana herî mezin a DAIŞ`ê li vî bajarî peyda kirin.

Li gorî vê raporê, ev zîndana ji odeyên takekesî ji bo mêr û jinan û holên taybetî şikencekirinê pêk tê.

Her di vê çarçoveyê de Kerîm Zeyab, efserekî polîsê fêdêral ê Iraqê got: Li gorî agahiyên ku ji rûniştiyên nêzîkî vê zîndanê bi dest ketine, DAIŞ`ê bi dehan kes ji sivîlên neyarê cihanîna fermanên wê û herwiha endamên xwe yên ku ji şerrkirinê direviyan, di vê zîndanê de xwedî dikir.

Wî herwiha got ku DAIŞ`ê berî nêzîkbûna hêzên ewlehiyê bo van taxana, hemî girtiyên xwe veguheste cihekî nediyar.

Hêzên iraqî, mehên Cotmeh û Mijdara buhurî jî du zîndanên koma terorîst a DAIŞ`ê li gundê El Hewz û navenda navçeya Hemam El Elîlê li başûrê Mûsilê kivş û peyda kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu