IraqNûçeRojhilatanavin

Piranî terorîstên ku li kerkûkê êrîş kiribûn hatin kuştin

Piraniya terorîstên DISIê yên ji bo êrişî derbasî Kerkûkê bûne hatin kuştin.

Hêzên Pêşmerge hotêla Kerkûkê kontrol kirin, 3 welatiyên Misrî rizgar kirin û terorîstên DIŞIê yên li wir hinek hatin kuştin û hinek jî reviyan û di bankekê de bicî bûn.

Çavkaniyekê ji nava hêzên pêşmerge eşkere kir ku ew hotêla ku terorîstên DIŞIê têde cih girtibûn, hate kontrolkirin û 3 welatiyên Misrî ji nava hotêlê hatin rizgar kirin.

Heman çavkaniyê tekez kir ku hejmarek ji terorîstên DIŞIê di nava hotêlê de hatin kuştin û hinek din jî reviyan û derbasî nava bankekê bûn ku nêzîkî cihê hotêlê bû.

Çavkaniya han anî ziman ku xwekujikî DIŞIê hewlda xwe nêzîk pêşmerge bike û xwe biteqîne lê hêj nêzîk nebûyî ji aliyê pêşmerge hat kuştin.

Îro danê sibê demjimêr 03.30ê, hejmareke terorîstên DIŞIê dize kirine nav bajarê Kerkûkê û xwestên avahiyên ewlekarî û fermî dagir bikin lê pasevan û hêzên ewlekariyê rê nedan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu