IraqNûçeRojhilatanavin

Piraniya dever û taxên rojhilata Mûsilê li destê hêzên Iraqî ye

Fermandarê operasiyona dijî terorîstan li Iraqê ragihand ku sedî 75 ji navçên rojhilata Mûsilê li destê hêzên Iraqî da ye.

Li gor rapora îro duşemê ya IRIB News`ê, Ebdulvehab El-Saidî qumandê operasiyona Rêxistiya dijî terorîstan li Iraqê ragihand ku 40 navçe ji 56 navçên rojhilata Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî li destê hêzên Iraqî daye.

Ebdulvehab El-Saidî destnîşan kir; Piştî destpêbûna qonaxa dudyan a operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan, dê hemû navçên din jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê bê azadkirin.

Gor raporekî din ji Iraqê, hêzên artêşa vî welatî û hêzên gelanî hemû derbasgehên navbera Mûsilê û sînorên Sûriyê girtine destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu