IraqNûçeRojhilatanavin

Mêdyayeke kurdî: Kurd tevlî Heşdê Şeibî dibin

Ajansa kudî ya nûçeyan a Şar Press`ê ku bingeha wê li bajarê Silêmaniyê ye, îdia kir ku hêzên kurd tevlî Heşdê Şeibî dibin.

Şar Press`ê nivîsî: Li parêzgeha Kirkûk û Diyaliyê zêde ji sê hezar û şeşsed kesan navê xwe ji bo tevlîbûna nav hêzên Heşdê Şeibî nivîsîne û zûtirkê du hezar û pêncsed kes ji van hêzan jî li çarçova hêzên navbirî dê werin birêxistinkirin.

Hêzên Heşdê Şeibî vê dawiyê û piştî pesendkirina li parlimana Iraqê wek beşek ji pergala berevaniyê ya Iraqê hatin naskirin.

Li pêvajoya pesendkirina qanûna têkildarî hêzên Heşdê Şeibî li parlimana Iraqê, nûnerên kurd li parlimana Iraqê bi pirraniya dengan, dengê Erê danê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu