IraqNûçeRojhilatanavin

Ji bo dîtina rojnamevana iraqî ku ji malê hatibû revandin ferman hat dayîn

Rojnamevana iraqî Afrah Şevkî ji aliye kesên nasnameyên nediyar ji mala wê doh êvarê hat revandin. Waliyê Bexdayê Elî Muhsîn Temîmî destnîşan kir ku ‘Bûyerek terorî ye’, Serokwezîrê Îraqê Heyder el Îbadî jî ji bo gumanbar bên girtin ferman da hêzên Ewlekariya Iraqê.

Rayedarek ji Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku malbata Şevkî gotine 8 kes bi çek û herê kêm bi du wesayîtan hatine malê û eşkere kirine ku polêsên. Li gorî ragihandina malbatê piştî kesên êrişkar ketine hûndirê malê kurê Şevkî yê 16 salî dîl girtine, amûrên bikirhatiyê li malê jî birine. Daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî ve hat dayîn de derbarê naveroka revandina Şevkî ya ji mala taxa Seydiyeyê ku dikeve başûrê rojavayê Bexdayê û daxwaza alîkariya kesên li herêmê bidin hêzên ewlekariyê.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapameniya Serokomariya Iraqê, Fuad Masum bûyerê şermezar kiriye û divê kesên ku çalakiyê pêk anîtine bên girtin û cezayê wan bê dayîn.

Li gorî daxuyaniya ku ji ofîsa Serokwezîr Îbadî ve hat dayîn de jî hat gotin ku Îbadî ferman daye hêzên ewlekariyê kul ez û bez gumanbarê Şevkî bên girtin û wê rizgar bikin. Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku kesên rojnamevanan ditirsînin û ewlehiya gel armanc dikin, divê bê girtin û ceza kirin.

Serokê Parlamentoyê Selim el Cuburî bi daxuyaniyek nivîskî êrişê şermezar kir û got: ‘Ev bûyer azadiya rojnamevanan hedef tê girtin, piştî bûyerê serokê Tevgera Sadr, Mukteda es-Sadr serdana Sendîkaya Rojnamevanan ya li Bexdayê kir û bangî hikûmetê kir ku jiyana rojnamevanan bên parastin.

Rojnamevana iraqî Şevkî doh êvarê ji mala wê ya herêma Seydiyyeyê ya Bexdayê ji aliye kesên nasnameya wan nediyar ve hat revandin. Wesayît û hin amûrên bikêrhatî ya li mala Şevkî ji aliyên wan kesên nediyar ve hat dizîn. Bûyerê heta niha tu kes negirtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu