Pişkdariya Îranê li çaremîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Quranê li Tirkiyê
Çaremîn dewra pêşbirkên navneetwî yên jiberkirin û xwendina Quranê li Tirkiyê, bi pişkdariya hafiz û qariyekî îranî li Stenbolê destpê bû.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li çaremîn dewra pêşbirkên navnetewî yên hifzkirin û xwendina Quranê li Tirkiyê ku ji duh va li mizgevta Fatih a bajarê Stenbolê destpê bûye, 89 quranxwen û hazif ji 55 welatî pişkdar in.
Seyîd Elî Ekber Kulşûmî li beşa ezberkirina quranê û Mêhdî Xulamnijad ji Îranê li beşa xwendinê li van pêşbirkana pişkdar in.
Merasima kutabûn û rêzgiritna li kesên bijare yên pêşbirkên navnetewî yên Quranê li Stenbolê, yê roja îniya bê were lidarxistin.
Komîteya hekeman a van pêşbirkana ji hekemên ji welatên Tirkiye, Erebistan, Sûmalî, Malêzî, Mexrib û Libnanê pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)