CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Piştevaniya Îsrayîla siyonîst, Erebistan, Ingilîz û Tirkiyê ji êrişa mûşekî ya Amerîkayê ser Sûriyê

Li gorî SAHAR TV yê Parêzgarê Humsa Sûriyê ragihand ku Amerîkayê bi daxwaza Îsrayîl, Erebistan, Ingilîz û Tirkiyê êrişî ser axa Sûriyê kiriye.

Telal El-Berazî parêzgarê Humsê li gotûbêja xwe ya îro îniyê tev telivîzyona lubnanî ya El-Meyadîn destnîşan kir; Êrişa Amerîka ser navenda hewayî ya El-Şeiratê li parêzgeha Humsê bi daxwaza Qeter, Erebistan, Ingilîz , Tirkiyê û hevahengiya tam tev Îsrayîl bûye.

El-Berazî destnîşan kir; Êrişa Amerîkayê ser navenda hewayî ya El-Şeiratê li parêzgeha Humsê destwerdana rasterast nav karûbarên Sûriyê û bo piştevaniya ji grûpên terorîst bûye, ji ber ku serketinên van rojana yên artêşa Sûriyê li hemberî terorîstan derbe li morala van terorîstan xistibûn.

Di vî halî da piştî êrişa Amerîkayê ser navenda hewayî ya El-Şeiratê li parêzgeha Humsê, Erebistanê îro îniyê bilî piştevaniya ji vê êrişê , ev êrişa biryarekî mêrxasane ji aliyê Donald Trump serokkomarê Amerîka daye zanîn.

Ehmed Remezan serokê pişka medyayî ya hevalbendên xwedêbergiravî neyarên Sûriyê jî îro îniyê got: Hevalbendiya netewî ya neyarên dewleta Sûriyê ji vê êrişa mûşekî ser axa Sûriyê piştevaniyê dike û ji Waşîngtonê dixwaze ku karayiya mûşekî ya artêşa Sûriyê ji nav bibe.

Berdevkê nivîsgeha serokwezîrê Ingilîzê jî îdia kir; Dewleta Ingilîzê bawere xwetêkeliya Amerîka bo nav Sûriyê bersivekî başe bo êrişên hovane bi çekên kîmyayî yên artêşa Sûriyê ser xelkê Idlibê.

Eva li halekê ye ku dewleta Sûriyê her cure êrişa kîmyayî ser Idlibê ret kiriye.

Malkom Tirênbol serokwezîrê Istoraliya jî îdia kir ku êrişa Amerîka ser Sûriyê bersivekî baş û li hedekî navîn bû bi dewleta Şamê.

Herwisa Neiman Kurtûlmoş alîkarê serokwezîrê Tirkiyê jî êrişa Amerîka ser navenda hewayî ya El-Şeiratê li parêzgeha Humsê kiryarekî erênî daye zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu