ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Piştevaniya Rêxistina Netewên Yekgirtî ji gotûbêjên aşitiyê yên Yemenê

Nûnerê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Yemenê ji grûp û aliyên vî welatî xwest ku gotûbêjên aşitiyê hefteyeke din jî bidomînin.

Îsmayîl Weled şêx Ehmed nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Yemenê li gotinên xwe yên duh şemiyê bal kişande ser gotûbêjên aşitiyê yên aliyên yemenî li Kuweytê aliyên ku rûniştine ser masa gotûbêjê xwest ku bona çareserkirina pirsgirêka Yemenê ji riya dîplomatîk, hefteyeke din jî dewamê bidin van gotûbêjên aşitiyê ta ku bigihêjin desthateke maqûl.

Nûnerê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Yemenê bal kişande ser gotûbêjên xwe tev du aliyên yemenî yên ku li Kuweêytê mijûlî gotûbêjê ne û destnîşan kir ku min biryar daye ku ev aliyên gotûbêjê hefteyeke din jî dewamê bidin van civîn û gotûbêjên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu